Henardeya Çînê bo Îraqê zêde bûye

rêjeya henardeya Çînê bo Îraqê gehêştiye 7 miliyar û 500 miliyon dolaran.
کوردستان TV
100%

Di nava 7 mehan de sedî 30 zêde bûye.

Li gor pisporên abûrî yên Îraqê, liv û tevgerên abûrî û bazirganî yên di navbera Îraq û Çînê de zêde bûne.

Pispor qala vê yekê dikin ku di nava 7 mehên îsal de, henardeya Çînê bo Îraqê sedî 30 zêde bûye û gehêştiye 7 miliyar û 500 miliyon dolar.

Ev di demekê deye ku di 7 mehên yekem yên sala 2021an de rêjeya henardeya Çînê bo Îraqê 5 miliyar û 800 miliyon dolar bûye.

Pispor dibêjin ku eger heye heta dawiya salê rêjeya henardeya Çînê bo Îraqê bigehêje 13 miliyar dolaran ku ev jî dibe rêjeya herî mezin di nava 5 salên derbasbûyî de.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.