Fermanderke din yê Îranî hate kuştin

heta niha sedem û çawetiya kuştinê nehatiye zelalkirin.
کوردستان TV
100%

Li Sûriyeyê di encama êrîşekê de hatiye kuştin.

Duhê bişev çapemeniya Îranê nûçeyek belav kir û ragihand ku, Fermandareke Îranî yê bi navê Erbûlfezil Elîcanî li Sûriyeyê hatiye kuştin.

Li gor çapemeniya Îranê navhatî di dema cîhbicîh kirina erkeke şêwirmendî de li Sûriyeyê hatiye kuştin.

Heta niha Îran sedem û çawetiya kuştina ev Fermandarê han diyar nekiriye.

Weke tê zanîn ji destpêka şerê Sûriyeyê ve heta niha gelek Fermandar, rayedar û leşkerên Îranî li Sûriyeyê hatine kuştin.

Ji aliyeke din ve di wan demên dawî de jiber mişxûl bûna Rûsyeyê bi şerê Ukraynayê re, Îran jî hewl dide pêgeha xwe li Sûriyeyê zêdetir bihêz bike.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.