Rejîm ji hevkariya navbera opozîsyon û spahê ditirse.
Piştî gotareke korê şahê yê ku niha weke keseke bihêz ya opozîsyona Îranê tê nasîn, ya derbarê hewldanên lihev nêz bûna opozîsyon û spaha pasdaran, rejîma Îranê jî kete nava tirs û fikran.
Di vê derbarê de Rêberê Şoreşa Îranê Elî Xamneyî diyar kiriye ku lazime gelek hayedar bin jiber mimkune ku, ev malbeta ku beriya niha li dijî vê şoreş hatiye kirin, bi xwe nêz kirin ji spaha pasdaran re dixwaze dîsa li Îranê bibe desthilat.
Ji aliyeke din ve Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî di gotareke cuda de diyar kiriye ku gelek alî li Îranê hene ku, hewl didin malbeta şah bêtawan bilêv bikin û dixwazên malbeta han li cem xelkê Îranê paqêj nîşan bidin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin