Şandeke parlementoya Ewrûpayê serdana Kurdistanê dike

Yekîtiya Ewrûpayê dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê berfiretir bike.
کوردستان TV
100%

Di meha Îlonê de ev şanda han tê Kurdistanê.

Nunerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê li Ewrûpayê Dilawer Xalid Ajgeyî ragihand ku, di meha Îlonê de dawî bi betlaniya parlementoya Ewrûpayê tê û civîn û hevdîtinên nuneratiya hikûmeta Kurdistanê yên li gel parlementoya Ewrûpayê jî dîsa destpê dikin.

Dilawer Ajgeyî diyar kiriye ku Yekîtiya Ewrûpayê dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê berfiretir bike û yek ji armancên hikûmeta Kurdistanê jî heman tişte, lewre vê di meha Îlonê de şandeke fermî ya parlementoya Yekîtiya Ewrûpayê ku, kar li ser dosyeya Kurdistan û Îraqê dike, vê serdana Hewlêrê bike û li gel rayedarên Kurdistanê bicive.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.