Aramiya Kurdistanê bo Japonê girînge

behsa hilbijartinên Kurdistan û rewşa Îraqê jî hate kirin.
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî li gel balyozê Japonê civiya.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Japonê yê li Bexdayê Suzuki Kotaro kir.

Di civînê de ku Konsulusê Japonê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, balyozê Japonê Suzuki Kotaro balkêşande ser xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê ya bo bidest xistina mafên xwe û rêzdariya xwe ya li hember rol û qurbanî dana Nemir Mele Mistefa Barzanî û Serok Barzanî bo hewldanên wan yên bo dabîn kirina mafên gelê Kurdistanê diyar kir.

Di heman civînê de balyozê Japonê ev yek anî ziman ku aramiya Kurdistanê bo Japonê girînge û balkêşande ser kurteyek ji hemahengî û karên hevbeş yên Japonê li Kurdistan û navçeyên derveya îdareya Kurdistanê ku piraniya wan jî projeyên taybet yên xizmetgozarî ne.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî spasiya balyozê Japonê kir û  hêviya pêşde birina zêdetir ya têkiliyên navbera Japon û Kurdistanê de xwest.

Rewşa Îraqê û hilbijartinên herêma Kurdistanê mijarên din yên vê civînê bûn û tekez li ser vê yekê hate kirin ku partiya demokrata Kurdistanê hertim dixwaze ku hilbijartin di demên xwe yên diyarkirî de werin kirin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.