Deriya Başmaxê bo ziyaretkarên Îraqî tê vekirin.
Parêzgarê parêzgeha Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku, biryar hatiye dayîn daku bo cara ewil deriyê sînorî yê Başmaxê ya di navbera Merîwan û Silêmanî de bo hatûçûya ziyaretkarên şîe yên Îranî tê vekirin.
Li gor daxuyaniya han, şîe û ziyaretkarên Îranî bi mebesta beşdarî kirin di Erbeyîna Husên de, bo cara ewil dikarin bi rêya deriya Başmaxê serdana Îraqê bikin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku bo amadekirina deriya han, duhê şandeke rayedarên Îranî serdana vê deriya han kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin