Îraq ketiye bin bandora dorpêçên ser Rûsyeyê

dibêje Îraq niha nikare hevkariyên locistîkî ji Rûsyeyê bistîne.
کوردستان TV
100%

Karînên hêzên asmanî yên Îraqê lawaz bûne.

Govara forbec ya Amerîkî di raproteke xwe de diyar kiriye ku, karînên hêzên asmanî yên Îraqê di şerê dijî terorê de kêm bûne.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku jiber dorpêçên ser Rûsyeyê, Îraq û hêzên asmanî yên vê welatî, nikarin weke pêwîst xizmeta kopter û balefirên xwe yên şer bikin jiber ku nikarin ji Rûsyeyê hevkariyê bistînin, lewre karînên hêzên asmanî yên Îraqê li dijî terorîstên DIŞIê lawaz bûne.

Di berdewamiya raportê de hatiye diyarkirin ku nebûna hevkariya locistîkî û wenêrîn kirin bo kopter û balefiran, bûye sedem ku asta karînên hêzên asmanî yên Îraqê dakeve.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.