Li Idlibê şer dîsa destpê kir

heta niha hijmara kuştî û birîndaran nayê zanîn.
کوردستان TV
100%

Li navçeya Zawiye derbên dijwar li cîhadiyan ketin.

Li gor çavkaniyên nûçeyan yên Sûrî, îro danê pêncşem hem Rûsye û him jî artêşa rejîmê li herêma Zawiye ya li Başûrê Îdlibê dest bi êrîşên berfire li dijî koma cîhadiyan kirine.

Hate zanîn ku artêşa Rûsyeyê bi balefirên xwe êrîşên asmanî biriye ser komên cîhadî û artêşa rejîmê jî bi rêya bejahî êrîşî ser komên cîhadî daye destpêkirin.

Heta niha derbarê kuştî û birîndaran de ti zaniyarî nehatine belavkirin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.