Dibêje bersifa Îsraîlê vê gelek dijwar be.
Li gor nûçeyeke kanala Kan ya Îsraîlî, tevgera Hemasê xwe bo êrîş kirine ser Îsraîlê amade kiriye û bo vê yekê li ser sînor kembereke mûşekî amade kiriye.
Ev kanala Îsraîlê diyar kiriye ku niha di destê Hemasê de zêdetir ji 10 hezar mûşek hene ku nîveya zêdetir ya wan li ser sînor bo avêtin bo Îsraîlê hatine amadekirin.
Ji aliyeke din ve heman kanal ev yek eşkere kiriye ku eger Hemas her cure êrîşek bo ser axa Îsraîlê pêk bîne vê Îsraîl bersifeke gelek dijwar bide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin