Êrîşên çekdarên Îranî bo ser Kolberan didomin

rewşa hinek ji birîndaran gelek girane.
کوردستان TV
100%

Di encama êrîşeke çekdarên rejîmê de 12 Kolber birîndar bûne.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, duhê çekdarên rejîma Îranê li sînorê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, çekdarên rejîma Îranê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.

Di encama êrîşa han de herî kêm 12 Kolber birîndar bûne.

Hengawê belav kiriye ku, çekdarên rejîmê di 6 metriya Kolberan de êrîşî ser Kolberan kirine û Kolberên birîndar jî xelkê Seqiz, Bane û Bûkanê ne.

hate zanîn ku rewşa hin ji wan birîndaran gelek girane.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.