Ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine kuştin.
Li gor navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûrî yaku bi SOHR tê nasîn, duhê balefirên şer yên Tirkiyeyê li derdorê Helebê êrîşî ser navendeke leşkerî ya Sûriyeyê kiriye.
Di encama êrîşa han de tê gotin ku herî kêm 15 leşkerên Sûrî hatine kuştin û gelek leşkerên din jî birîndar bûne.
Herwiha duhê artêşa Tirkiye û komên cîhadî yên terorîst yên Tirkiyeyê bi awayeke tund û berfire dest bi topbaran kirina Kobanê û derdorê kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin