Senatorên Amerîkî derbarê Kurdistanê de nameyek dane wezîrê derve

dibêjin lazime Amerîka kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike.
کوردستان TV
100%

Di nameyê de hatiye gotin ku lazime têkiliyên li gel Kurdistanê werin berfiretirkirin.

Hijmarek Senatorên Amerîkî derbarê rewşa Îraq û Kurdistanê de nameyek bo wezîrê derve yê vê welatî Antony Blinken şandine.

Senator di nameya xwe de daxwaz ji hikûmeta Amerîkayê kirine daku, Amerîka têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê berfiretir û bihêztir bike û rê nede welatên biyanî destwerdanî di karûbarên Îraqê de bi taybetî di warê enerjiyê de bikin û Îraq jî di encama wan destwerdaniyan de neçar be dijatiya Kurdistanê bike û astengiyan bo Kurdistanê çê bike.

Di nameyê de hatiye diyarkirin ku nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên derbarê bûdce û enerjiyê de bûne sedema çê bûna tirsa sermayeya derekî li Îraqê û lazime Amerîka vê kêşeya han çareser bike.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.