Dibêje 76 sale di eniya pêş ya berxwedanê dene.
Îro 16ê Tebaxê, 76mîn salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê ye, û bi vê minasebetê jî mekteb siyasiya PDK peyamek bo raya giştî belav kir.
Mekteb siyasiya PDK di peyama xwe de him 76mîn salvegera damezrandina PDK û him jî roja ji dayikbûna Serok Barzanî pîroz kiriye, hêviya leş saxiyê bo Serok Barzanî û berdewamiya xebat û têkoşînê jî bo PDK xwestiye.
Di peyamê de behsa pêvajoya damezrandinê, dîrok, xebat û têkoşîna PDK ya bo bidest xistina mafên reva yên gelê Kurdistanê hatiye kirin û tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku 76 sale PDK di çeperên pêş yên berxwedan û têkoşînê û berevanî kirin ji maf û destkeftiyên gelê Kurdistanê deye.
Di berdewamiya peyama han de behsa rola PDK bi Serokatiya Nemir Mele Mistefa Barzanî û pişt re jî bi Serokatiya Serok Barzanî bo rûbirû bûna rejîma Besê, dagîrkarî û zordariyê hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku PDK di nava dîroka têkoşîna gelê Kurdistanê de, hertim pêşeng bûye û rola berpirsiyartiya yekem li stuya xwe girtiye û niha jî di vê pêvajoya han de bi heman awayî, PDK pêşenge û bo berevanî kirin ji maf û destkeftiyên gelê Kurdistanê hertim pêşeng bûye û berdewam dibe li ser pêşengî kirina gelê Kurd û berevanî kirin ji maf û destkeftiyên gelê Kurdistanê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin