Kurdistan û komara Çek têkiliyên xwe bihêztir dikin

Çek vê bo wergirtina vîzeya şengen hevkariya welatiyên Kurdistanê dike.
کوردستان TV
100%

Geştên asmanî yên raste rast destpê dikin.

Îro konsulusxaneya Komara Çek ya li Hewlêrê ragihand ku vê bi mebesta berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên navbera her du aliyan de her warî de gavên gelek girîng hatine avêtin.

Li gor daxuyaniya Konsulusxaneya komara Çek, vê geştên asmanî yên raste rast di navbera Hewlêr û Piragê de dest pê bikin ku ev yek jî dibe sedema wejandina kerta torîstîkî ya wan her du welatan.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku destpê kirina wan geştan vê bibe sedema asankariyan bo welatiyên Kurdistanê bo wergirtina vîzeya şengen ya Ewrûpayê.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.