Germî û xwelî barîn bandor li ser hejîran kiriye

heta niha berhemên hejîran pênegehêştine.
کوردستان TV
100%

Heta niha berhema îsal pê negehêştiye.

Li gor pisporên cotkariyê û seqanasiyê, îsal jiber pêla zêde ya gerimiyê û herwiha jiber zêdebûna pêlên berdewam yên tuz û xwelî barînê, berhemên çandiniyê yên li Kurdistanê weke salên derbasbûyî baş û bi kiwalîtî nînin.

Pispor behsa vê yekê dikin ku pêla germiyê û pêlên xwelî barînên berdewam, bandoreke gelek nerênî li ser berhemên hejîran kirine bi taybetî hejîrên Akrê û heta niha jibe rev guhertinên seqayî, berhemên hejîran pênegehêştine û kiwalîtiya hejîrên îsal jî bi taybetî hejîrên Akrê ne weke berhemên salên derbasbûyî ne.

Xwedanên baxên hejîran li Akrê qala vê yekê dikin ku sala derbasbûyî roja 18ê Tîrmehê hejîrên baxên xwe xwarine lê îsal heta niha berhemên wan pê negehêştine û sedema vê yekê jî hişkesalî, germiya zêde û xwelîbarînên zêdeye.

Nûçe Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.