Tirkiye rastî qirîzeke gelek mezin dibe

dibêje vê buhayê dolar bigehêje 60 heta 70 lîreyan.
کوردستان TV
100%

Qirîza nû ji qirîza 1994an dijwartir dibe.

Rewşa abûriya Tirkiyeyê her diçe alzotir dibe, qirîza darayî berdewame, bêkarî û giranî jî her diçe zêdetir dibe.

Sînorên birçîtî û hejariyê jî gelek bilind bûne û lîreya Tirkî jî bi berdewamî buhayê xwe ji dest dide.

Di vê derbarê de abûrînasê navdar yê Tirk Selçûq Geçer dibêje ku, jiber siyasetên şaş yên abûrî vê qirîza darayî ya li Tirkiyeyê dijwartir bibe û qirîza nû ji qirîza 1994an dijwartir dibe.

Selçûq Geçer herwiha dibêje ku eger heye ku eger siyasetên abûrî yên hikûmetê wisa berdewam bibin vê buhayê 1 dolar bigehêje 60 heta 70 lîreyan û ev yek jî vê bibe sedema îflas kirina yekcarî ya Tirkiyeyê.

Nav hatî diyar kiriye ku, bo rizgar kirina Tirkiyeyê ji vê rewşa han ya dijwar ya abûrî lazime hikûmet dev ji siyasetên xwe yên abûrî yên şaş û planên xwe yên abûrî yên bêencam berde.

Weke tê zanîn niha li Tirkiyeyê buhayê yek dolar bi qasî 17.96 lîreyên Tirkiye û rêjeya giranî ya li Tirkiyeyê asta sedî 80 derbas kiriye.

Nûçe Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.