Dibêje bila li seraserê Îraqê xelk were meydana Tehrîrê.
Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir ku ev demêke bûye ektefê sereke yê prosesa siyasiya Îraqê, duhê bişev dîsa daxwaza xwepîşandaneke girseyî ya miliyonî ji xelkê Îraqê kir.
Meqteda Sedir daxwaz ji tevahiya xelkê Îraqê kiriye daku bihevre li meydana Tehrîr ( Azadî) ya li Bexdayê kom bibe û li dijî diz, gendel û berpirsên berê yên Îraqê bi taybetî berpirs û Serkirdeyên çarçoveya hemahengî dest bi xwepîşandaneke miliyonî bike.
Weke tê zanîn ev du mehe alîgirên Sedir li Bexdayê dest bi xwepîşandanên berfire kirine û niha parlemento di kontrola alîgirên Sedir deye û alîgirên çarçoveya hemahengî jî ev çend roje dest bi xwepîşandanan kirine. Hin pispor qala vê yekê dikin ku eger xwepîşandanên wan her du aliyan wisa berdewam bikin eger heye ku di navbera şîeyan de şereke mezin ya navxweyî derkeve.
Sedir daxwaza hilweşandina parlementoyê û hilbijartinên pêşwext dike, ev di demekê deye ku Sedir xwedan 70 korsiye di nava parlementoya Îraqê de û yekem firaksiyone.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin