PDK: Bila her kes rêz ji encamên hilbijartinan bigire

dibêje bila aliyên siyasî li ser hilbijartinên pêşwext û pêbendbûn bi encamên wan rêkeftinê bikin.
کوردستان TV
100%

Derbarê rewşa Îraqê de daxuyaniyek weşand.

Mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê derbarê rewşa niha ya li Îraqê û aloziyên siyasî yên di navbera aliyên siyasî de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya xwe de mekteb siyasiya PDK behsa vê yekê kiriye ku rewşa niha ya Îraqê aloze û metirsiyên mezin li ser Îraqê hene, lewre lazime di pêvajoya niha de tevahiya aliyên siyasî li gor berpirsiyartiyên xwe yên nîştimanî tevbigerin û rêz ji encamên hilbijartinên Cotmeha 2022an bigirin ku mixabin jiber nakokiyên aliyên siyasî heta niha li Îraqê parlementoya ne civiyaye û hikûmeta nû nehatiye avakirin.

PDK herwiha daxwaz ji tevahiya aliyên siyasî kiriye daku, dest bi prosesa diyalogeke cidî li ser esasê destûrê bikin daku welat ji qirîza niha yaku rastî welat hatiye rizgar bikin.

PDK ev yek diyar kiriye ku niha jî bo domandina prosesa reforman, baştir kirina xizmetgozariyên rastîn û baştir kirina rewşa niha ya welat, aliyên siyasî li ser hilbijartinên pêşwext û rêz girtin ji encamên hilbijartinan lihev bikin û li ser lidarxistina hilbijartinên pêşwext û pêbend bûn bi encamên wan rêkeftin bikin daku ezmûna hilbijartinên Cotmeha 2022an neyê dubarekirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.