Polîs: Êrîşkar alîgirê rejîma Îranê ye

polîs dibêje rewşa tendirostiya wî başe lê ne gelek başe.
کوردستان TV
100%

Duhê êwarê li Amerîkayê êrîşî ser Selman Roşdî hatibû kirin.

Polîsê New Yorkê derbarê êrîşa duhê ya ser Nivîskarê navdar yê Hindî/ Brîtanî, Selman Roşdî ragihand ku niha rewşa tendirostiya wî başe lê ne gelek başe.

Polîsê New Yorkê herwiha diyar kiriye ku êrîşkar ciwaneke 24 sale ye, xelkê Amerîkayê ye, alîgirê rejîma Îran û hizbulaha Libnanê ye û navê wî jî Hadî Metere.

Polîs diyar kiriye ku di lêkolînan de derketiye ku êrîşkar li ser pêgehên xwe di nava medyaya sosiyal de gelek propagende bo rejîma Îranê, spaha Pasdaran û rayedaêrn rejîma Îranê kiriye.

Selman Roşdî di sala 1988an de jiber nivîsîna pirtûkekê bi navê ayatên şeytanî, ji aliyê rejîma Îranê ve weke tawanbar û dijminên xwedê hatiye nasîn û fermana kuştina wî jî hatiye dayîn.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.