Misir jî dest bi hemleya çandina daran kir

vê 9 hezar û 900 daristanên mezin jî werin çêkirin.
کوردستان TV
100%

Vê 100 miliyon dar werin çandin.

Hikûmeta Misirê ragihandiye ku weke pêngavek bo paqêjî û parastina jîngehê û pêşî girtin ji hişkatiyê, dest bi amadekariya projeyeke gelek mezin kiriye.

Li gor daxuyaniya hikûmeta Misirê, vê li bajarên mezin û seraserê welat bi giştî 100 miliyon dar werin çandin.

Hikûmeta Misirê herwiha diyar kiriye ku 9 hezar û 900 cîhên din yên giştî ku rûbera wan ji 2 hezar û 700 hektaran zêdetire bo ava kirina daristanên mezin hatine diyarkirin û hikûmeta di demeke nêz de vê tevahiya wan projeyan cîhbicîh bike.

Weke tê zanîn beriya niha Siûdiye jî projeyeke wisa dabû destpêkirin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.