Danûstandinên Îran û Îraqê destpê kirin

niha pêdiviya Îraqê bi gazê di navbera 50 heta 55 metrekupeyê de ye.
کوردستان TV
100%

Îraq dixwazê zêdetir ji Îranê gazê hawirde bike.

Wezareta petrolê ya Îraqê ragihandiye ku pêdiviya Îraqê ya bi gaza Îranê gelek zêde bûye lewre, niha Îraq dest bi danûstandinên xwe yên li gel Îranê kiriye bo zêdetir kirina hawirdeya gazê ji Îranê.

Di daxuyaniya wezareta petrolê ya Îraqê de hatiye diyarkirin ku niha Îraq pêdiviya xwe bi gazê di navbera 50 heta 55 metrekupe, lewre li gel aliyên Îranî bo zêdetir kirina şandina gazê bo Îraqê di nava danûstandinan dene.

Beriya niha jiber ku Îraq pereyên gazê nedabûn Îranê, Îran jî şandina gazê bo Îraqê kêm kiribû lewre Îraq rastî kêşeya bê elektirîkiyê hatibû.

 

Nûçe Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.