Daxwaz tê kirin parlementoya Îraqê li derveya Bexdayê bicive.
Rewşa Îraqê her diçe aloztir dibe, duhê înê, alîgirên Sedir û alîgirên çarçoveya hemahengî bi awayeke cuda û li dijî hev dîsan li seraserê Îraqê xwepîşandan kirin.
Alîgirên Sedir daxwaza hilweşandina parlementoyê û hilbijartinên nû dikin û alîgirên çarçoveya hemahengî jî daxwaza civîna parlementoyê û parastina dezgehên fermî yên hikûmetê dikin.
Ev her du aliyên şîe yên dijî hev, heta niha nikarîne lihev bikin lewre ne parlementoya dikare bicive û ne jî Serokkomar û Serokwezîr tên hilbijartin.
Li hember de jî Serokê hevpeymaniya Weteniye, Eyad Elawî daxwaz ji aliyên siyasî yên Îraqê dike, daku bo hilbijartina Serokkomar û ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê, parlementoya vê welatî li derveya Bexdayê bicive.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin