Esed bersifeke dijwar da Erdogan

Esed dibêje heta tirkiye xwe û terorîstên xwe ji axa me venekêşe emê têkiliyên xwe normal nekin.
کوردستان TV
100%

Dihat gotin ku vê Erdogan telefûna Esed bike.

Duhê çapemeniya Tirkiyeyê nûçeyeke belav kiribû û qala vê yekê dikir ku vê Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan telefûna Serokê Sûriyeyê Beşar Esed bike.

Çapemeniya Tirkiyeyê bi taybetî rojnameya Tirkiye belav kiribû ku vê li ser daxwaza Putin, Erdogan telefûna Esed bike û hewl bo normal kirina têkiliyan were dayîn û Tirkiye û Sûriye bi hevbeşî li dijî HSD û YPG operasiyonê bikin.

Pişt re Sûriye ev yek direwand û ragihand ku ti hewleke Esed bo normal kirina tikiliyan li gel Erdogan tuneye.

Wezareta derve ya Sûriyeyê ragihand ku heta yek leşker, cîhadî û terorîstekî Tirkiyeyê di nava axa Sûriyeyê de hebe, û heta dagîrker bi temamî ji axa me venekêşin, vê Serokê Sûriyeyê li gel Erdogan ti têkiliyek ne deyne.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.