Rûsye Îran direwand

Rûsye dibêje uydu ji aliyê me ve hatiye çêkirin û bo boşatiya asmanê hatiye şandin.
کوردستان TV
100%

Îran gotibû me bo xwe ev uyduya han çê kiriye.

Piştî ku beriya duhê rayedarên Îranê ragihandin ku pisporên Îranî karîne uyduyek bi navê Xeyam çê bikin û bi serkeftî binêrin bo asmanê, Rûsye jî daxuyaniyek li ser vê mijar da.

Di vê derbarê de balyozxaneya Rûsyeyê ya li Tehranê ragihandiye ku ev uyduya han li ser daxwaza Îranê bi destê pisporên Rûsî û li Rûsyeyê hatiye çêkirin.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku duhê ev uyduya han ji aliyê mûşekên asmanî yên Rûsî ve li Qezaqistanê bo boşatiya asmanê hatiye şandin.

Hêjayê gotinê ye ku duhê rejîma Îranê diyar kiribû ku bi destê xwe uyduya Xeyamê çê kiriye û bi awayeke serkeftî ev uyduya han şandina boşatiya asmanê.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.