Siûdiye û Amerîka tetbîqateke hevbeş kirin

ev tetbîqat her du sal carek tê organîzekirin.
کوردستان TV
100%

Li eyaleta Yenbe ya Siûdiyeyê tetbîqat hatiye kirin.

Çapemeniya Siûdiyeyê ragihand ku di çarçoveya bernameya hevbeş ya leşkerî ya Siûdiye û Amerîkayê de, bi beşdariya hêzên deryayî yên wan her du welatan, tetbîqateke hevbeş ya leşkerî hatiye lidarxistin.

Çapemeniya Siûdî diyar kiriye ku tetbîqat li eyaleta Yenbe ya Siûdiyeyê hatiye lidarxistin û armanc ji vê tetbîqata han bihêztir kirina hevbeşî û hemahengiya navbera her du aliyane bo cîhbicîh kirina projeyên hevbeş.

Weke tê zanîn ev tetbîqata han her du sal carek tê lidarxistin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.