17 hezar kes serdana Îraqê kirine

piraniya wan kesên ku serdan kirine Îranî ne.
کوردستان TV
100%

Bi rêya du balefirxaneyan bo beşdarî kirina di aşûreyê de hatine Îraqê.

Birêveberatiya giştî ya balefirgehên Îraqê ragihand ku di rojên destpêkê yên miheremê de bi rêya her du balefirxaneyên Necef û Bexdayê 17 hezar welatiyên biyanî serdana Îraqê kirine.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku ev kesên biyanî yên ku bi rêya wan du balefirxaneyan bo beşdarî kirin di aşûreyê de hatine Îraqê, piraniya wan ji Îranê ne.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku 12 hezar û 150 kes bi rêya balefirxaneya Necefê û 5 hezar û 500 kesên din jî bi rêya balefirxaneya Bexdayê hatine Îraqê.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.