3 Kolberên din bûne qurbanî

6 Kolberên din jî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Çekdarên rejîma Îranê êrîşî ser wan kiriye.

Li gor zaniyariyên berdest, duhê çekdarên ser bi rejîma Îranê li sînorê bajarê Şino ya li Rojhilatê Kurdistanê, êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.

Di encama êrîşa hande Kolberek bi navê Mihemed Emîn Ehmedî canê xwe ji dest daye û 2 kolberên din jî birîndar bûne.

Li gor zaniyariyan nav hatî bavê du zarokane û termê wî jî bo nexweşxaneya Nexede hatiye veguhastin.

Herwiha ji aliyeke din ve 6 Kolberên din jî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin û heta niha çarenivîsa wan nediyare.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.