6 pisporên leşkerî yên Îranî hatin kuştin

gelek çekdarên husî jî di encama teqînan de hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Li Yemenê di encama teqînekê de hatine kuştin.

Çend çavkaniyên hayedar li Yemenê ragihandine ku duhê êwarê di nava navendên çekdarên Husî yên ku Îran piştîvaniya wan dike, du teqînên mezin çê bûne.

Di encama wan du teqînan de gelek çekdarên Husî hatine kuştin û ji bilî çekdarên Husî 6 pisporên leşkerî yên Îranî û çend pisporên leşkerî yên Libnanî jî hatine kuştin.

Heta niha Îran li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye. Herwiha nayê zanîn ka gelo teqîn jiber bordimanê çê bûne anjî jiber sedemên din çê bûne.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.