Ukrayna: Rûsye dronên Îranî dijî me bikar tîne

Îran beriya niha red kiribû ku dron dabin Rûsyeyê.
کوردستان TV
100%

Dibêje heta niha Îran 46 dron dane Rûsyeyê.

Artêşa Ukraynayê ragihand ku, artêşa Rûsyeyê ev çend roje dest bi bikar anîna dronên şer yên Îranî li dijî artêşa Ukraynayê kiriye.

Li gor daxuyaniya artêşa Ukraynayê, heta niha Îran bi giştî 46 dronên şer radestî Rûsyeyê kirine.

Ev di demekê deye ku beriya niha dihat gotin ku Rûsye daxwaza dronan ji Îranê kiriye lê Îran û Rûsye ev yek red kiribûn.

Weke tê zanîn ji meha Sibatê ve heta niha şerê navbera Rûsye û Ukraynayê didome û Rûsye di vê şerê de tiştê ku dixwest nikarî bidest bîne.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.