Ev sê roje başûrê Îraqê bê elektirîke

teqîneke mezin di stasiyoneke dabîn kirina sûtemeniyê de çê bûye.
کوردستان TV
100%

Tê gotin teqîneke mezin di stasiyonekê de çê bûye.

Jêderên Îraqî diyar dikin ku ev sê roje li pey hev ku gelek parêzgehên başûrê Îraqê bê elektirîkin û elektirîka wan hatiye qutkirin.

Ev parêzgehên ku pileya germiyê li wan deveran di wan rojên dawî de sedî 50 derbas kiriye, gerimtirîn û hişktirîn parêzgehên Îraqê ne û ev sê roje li pey hev şêniyên wan parêzgehan bê elektirîkin.

Jêderên Îraqî diyar dikin ku sedema qutbûna berdewam ya elektirîkê ev teqîna mezine ku li stasiyona Xor Zubeyir çê bûye.

Jiber vê elektirîkiyê li wan bajaran buhayê cemedê jî gelek giran bûye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.