Konsulusê Almanyayê xatir ji Serokê herêmê xwest

Konsulusê Almanyayê spasiya aliyên têkildar yên herêmê dike.
کوردستان TV
100%

Li Hewlêrê serdana Serokê herêma Kurdistanê kir.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Almanyayê yê li Hewlêrê Klemens Semtner kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya xwe serdana Serokê herêmê kiribû.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jiber rol û hewldanên Klemens Semtner bo pêşde birina têkiliyên navbera Kurdistan û Almanyayê spasiya nav hatî kir û hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Li hember de Konsulusê Almanyayê jî kêfxweşiya xwe ya li hember kar kirina xwe li Kurdistanê anî ziman û spasiya aliyên têkildar yên hikûmeta Kurdistanê kir û di dema pîwerdariya wî de hevkariya wî û stafa Konsulusxaneyê kirine.

Konsulusê Almanyayê rola Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bo lihev nêz kirina aliyên siyasî yên Kurdî bilind nirxand.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.