Îraq dixwaze hêlbirîna elektirîkê zêdetir bike.
Wezareta elektirîkê ya Îraqê ragihandiye ku bi mebesta zêdetir kirina asta hêlbirîna elektirîkê li welat, biryar hatiye dayîn daku, hawirdeya gazê ji Îranê zêdetir bike.
Di vê derbarê de peyvdarê wezareta elektirîkê ya Îraqê Ehmed Mûsa ragihandiye ku derfeta zêdetir kirina asta hêlbirîna elektirîkê li Îraqê gelek zêdeye lê jiber nebûna pere û nepejrandina projeyên vê wezaretê, heta niha Îraq nikariye weke pêwîst elektirîk berhem bîne.
Ehmed Mûsa diyar kiriye ku niha Îraqê biryar daye bo zêdetir kirina asta berham anîna elektirîkê hawirde kirina gaza xwezayî ji Îranê zêdetir bike.
Nav hatî diyar kiriye ku niha Îraq 43 miliyon metrekop ji Îranê gaz hawirde dike ev di demekê de ye ku pêdiviya Îraqê bi 55 heta 60 miliyon metrekop heye.
Weke tê zanîn di destpêka hawînê de Îran jiber ku Îraqê pereyên gazê nedabû, henarde kirina gazê bo Îraqê kêm kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin