Li Pîrmamê serdana Serok Barzanî kir.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê Holendayê yê li Hewlêrê hans akerboom kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya xwe serdana Serok Barzanî kiribû.
Di civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasiya Îraqê û egerên heyî yên li berdem Îraqê de hate kirin.
Di civînê de hans akerboom ragihand ku şerefeke mezine bûye bo wî ku, li Kurdistanê de kar kiriye û di pêşerojê de jî her weke dosteke bihêz ya gelê Kurd dimîne.
Nav hatî diyar kiriye ku hikûmeta Holendayê amadeye di her warî de têkiliyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê bihzêtir bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin