Li Dihukê beşdarî di merasîmeke taybet bi komkujiya Êzidiyan de kir.
Îro li Dihukê merasîmek bi minasebeta 8 saliya komkujiya Êzidiyan hate organîzekirin.
Di merasîmê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser hovîtiya komkujiya ku bi ser Êzidiyan de hatiye.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku îro tevahiya me bi dileke tîje ji xem, şehîdên komkujiya Şingalê bibîr tînin.
Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de anî ziman ku erkê me ye ku, hewl bidin daku tevahiya revandiyên Êzidî azad bikin û jiyaneke şerefmendane bo wan dabîn bikin û Şingal zêdetir awedan bikin.
Barzanî ev yek anî ziman ku, lazime hewl were dayîn daku komkujiya han li cîhanê de weke genocide were nasîn û nabe Şingal weke karteke siyasî were bikaranîn.
Barzanî diyar kir ku, Êzidî li ser destê tevahiya rejîma Îraqê hatine eşkencekirin lewre erkeke exlawî ya civaka cîhaniye ku berevanî ji Êzidiyan bike.
Serokê herêma Kurdistanê di beşeke din ji gotara xwe de tekez li ser cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê, normal kirina rewşa Şingalê, vegerandina şerefmendane ya awareyên Şingalê û derxistina hêzên çekdar yên derqanûnî ji Şingalê kir û balkêşande ser hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê yên bo tomar kirina tawanên DIŞIê dijî Êzidiyan û diyar kir ku, lazime di vê warî de jî hikûmeta Îraqê jî erkê xwe yê qanûnî û exlawî bicîh bîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin