Amerîka du rêkeftinên din îmze kir

buhayê her du rêkeftinan nêzî 6 miliyar dolare.
کوردستان TV
100%

Vê çekan bide Siûdiye û Îmaratê.

Li gor çapemeniya Amerîkayê, hikûmeta vê welatî, îmze kirina du rêkeftinên din yên mezin yên bo firotina çekan bi welatên Rojhilata Navîn erê kiriye.

Li gor nûçeyan, Amerîka her du rêkeftinên firotina çekan bi Siûdiye û Îmaratê îmze kiriye.

Li gor rêkeftinên han vê Amerîka sîstema berevaniya mûşekî ya patiriot bide Siûdiyeyê û herwiha sîstema berevaniya TAD jî bide Îmaratê.

Kanala cnn ya Amerîkî diyar kiriye ku li gor rêkeftinan vê Amerîka 300 mûşekên patiriot bi buhayê zêdetir ji 3 miliyar dolaran û 96 mûşekên TAD bi buhayê zêdetir ji 2 miliyar dolaran bide Îmaratê.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.