Behsa rewşa dawî ya Îraqê û aloziyên heyî kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya nunera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.
Di civînê de Jeanine Hennis-Plasschaert jiber 39mîn salvegera enfalê ( genocide kirina Barzaniyan) sersaxî da Serok Barzanî û tekez li ser vê yekê kir ku, li tevahiya navendên navnetewî hewlên xwe bo nasîna komkujiya han weke genocide bitevger dike.
Her di heman civînê de her du aliyan raman û nêrînên xwe yên derbarê rewşa siyasiya Îraq û pêşhatên vê dawiyê yên li Îraqê anîn ziman û tekez li ser vê yekê jî hate kirin ku lazime kêşeyên heyî li ser esasê destûrê û bi rêya jihev fêmkirin û diyalogê werin çareserkirin.
Di beşeke din ya civînê de behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê hate kirin û Serok Barzanî jî anî ziman ku lazime hilbijartin di dema xwe de were kirin û lazime berbestên heyî yên li berdem prosesa hilbijartinan jî nemînin û herwiha lazime tevahiya mafên kemîneyên olî û etnîkî jî parastî bin û bo vê yekê jî PDK amadeye ku sibê jî hilbijartin were kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin