Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di dirêjahiya Tîrmehê de 31 gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê û kantona Şehbayê topbaran kirin û 4 caran êrişên bi dronên xwekuj çêbûn. Di encamê de 6 welatî û 2 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.
Bîlançoya meha Tîrmehê ya êriş û topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî û kantona Şehbayê hate eşkerekirin.
Di dirêjahiya Tîrmehê de 31 gundên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê bi dijwarî û bi çekên giran hatin topbarankirin û ziyanên madî yên mezin bi mal û milkên welatiyan kirin.
Gundên hatine topbarankirin ev in: Um Qura, Wehşiyê, Bênê, Aqîbê, Soxanekê, hirşê Soxanekê, Bêlûniyê, Eyn Deqnê, Merenaz, Malikiyê, Til Qirah, Ziyaretê, Til Ecar, Îrşadiyê, Tinib, Minix, Semûqa, Kefer Entûn, Til Rifet, Dêr Cimêl, Şewarxa, Um Hoş, Hesacik, Şêx Îs, Til Madîq, Til Cîcan, Zîwan, Til Enab, Nêrebiyê, Hirbil, Meyasê, Birc Qas.
Çekên di topbaranê de hatine bikaranîn: Obîs, hawan, doçka, tank, bombetar.
*Hejmara guleyên obîsan (2,323)
*Hejmara guleyên tangê (165)
*Hejmara guleyên hawanan (633)
*Balafırê şer û yên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker jî bênavber li seranserî herêma Şehba û Şêrawa geriyan.
*Di vê mehê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piranî bi duronan êrişî ser herêmê kirin. Bi taybetî jî li dijî bajarê Til Rifetê êrişên bi dronan pêk anîn.
*Di vê mehê de her wiha 4 caran êrişên duronên xwekuj li ser herêmê çêbûn, di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne.
*Di vê mehê de, ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Şehbayê 6 jinên Efrînî birîndar bûn. Jinên birîndar bûne di navbera gundê Şêx Îs û bajarê Til Rifetê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin.
Ji anhayê hatiye wergirtin
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin