Dibêje bernameyeke me ya çê kirina bombeya etomê tuneye.
Serokê ajansa etomî ya Îranê Mihemed Îslamî ragihand ku Îran xwedan karîne û dikare bi asanî bombeya etomê çê bike.
Mihemed Îslamî eşkere kiriye rixmî hebûna karînan lê Îran çê kirina bombeya etomê nexistiye nava bernameya xwe de.
Îslamî eşkere kiriye ku, yek ji mercên mayîna rêkeftina navbera Îran û welatên cîhanê, vekirî bûna deriyên navendên etomî yên Îranê bo psporên cîhanî bû û ev yek pêk hatiye û tevahiya kar û çalakiyên etomî y ên Îranê di çarçoveya peymana NPT de têne cîhbicîhkirin.
Nav hatî diyar kiriye ku welatên cîhanê jiber hin hincetên bêbingeh ji rêkeftinê vekêşiyan û niha bo ku dubare vegerin ser vê rêkeftinê dîsa dest bi tawanbar kirina Îranê kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin