Aliyên Îraqî pêşwaziya destpêşxeriya Serokê herêmê dikin

Serokê herêmê daxwaza diyaloga nîştimanî kiribû.
کوردستان TV
100%

Nêçîrvan Barzanî daxwaz kiribû aliyên nakok yên Îraqê li Hewlêrê bicivin.

Piştî ku duhê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de yaku derbarê rewşa Îraqê de pêşkêş kiribû, daxwaz ji aliyên nakok yên Îraqî kiribû daku werin li Hewlêrê bicivin û dest bi diyalogeke cidî bo çareser kirina kêşeyan bikin, wan aliyên Îraqî jî piştîvaniya xwe bo destpêşxeriya Nêçîrvan Barzanî diyar kirin.

Di vê derbarê de Serkirdeyeke çarçoveya hemahengî bi navê Ehmed Esedî ragihand ku aliyên nava çarçoveya hemahengî bi germî pêşwaziya destpêxeriya Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî bo diyalogeke nîştimanî dikin.

Nav hatî diyar kiriye ku çarçoveya hemahengî amadeye bo destpê kirina diyalogê û çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûrê amadeye li gel tevahiya aliyan bicive.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.