Bo 39 saliya enfalê peyamek pêşkêş kir.
Îro 39 sal biser pêla enfalê ku di encam de herî kêm 8 hezar Barzanî hatibûn şehîdkirin, derbas dibe û bo vê yekê jî Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek pêşkêş kir.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Di 39mîn salvegera enfal kirina 8 hezar zarok, kalemêr û jinên şêniyên devera Barzanê de, bi rêzdarî ve serê xwe li hember wan ditewînin û birêzdarî ve wan bi bîrtînin.
Silav û rêz bo malbet û hevjînên wan dinêrin, ev li hember jiyaneke dijwar li ber xwedan, hezaran dayik bi awayeke şerefmendane û bikeramet, berpirsiyartiya jiyan, perwerdekirin û pêgehandina zarokan û pêgehandina nibişên nû li estû girtin. Ev dayikên han cîhê serfiraziyêne û em destê wan maç dikin.
Weke çawe tevahiya tawanên din nikarîn îrade û xwesteke gelê Kurd bi jiyaneke nû jinav bibin, bi heman awayî enfal kirina Barzaniyan jî hêzeke zêde da berxwedana gelê Kurd.
Îro di vê bîranîna han de termên 100 enfalkiriyên din bi axa welat têne spartin, dil, hest û sozên min li gel kesûkarên wanin, hevsoz û hevparê xema wanim, spasiya xelkê canmêr û ya Hewlêr û tevahiya xelkên din yên ku hevkariya wan kirine dikim.
Serokê herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin