Pêla enfalê di 31ê Tîrmehê de destpê kiriye.
Îro 31ê Tîrmehê, 39 sal biser yek ji tawanên hovane yên dijî mirovatî yaku bi destê rejîma Besê li dijî gelê Kurd bi taybetî şêniyên devera Barzanê hatiye kirin, derbas dibe.
Di encama pêla enfalê de yaku di çend merheleyan de pêk hatiye, herî kêm 8 hezar şêniyên devera Barzanî ku piraniya wan kalemêr, jin û zarok bûne, hatine enfalkirin.
Yekem merheleya enfalê 31ê Tîrmeha 1983an destpê kir û piştî du mehan jî dîktatorê vê demê yê Îraqê Sedam Husên bi eşkere ragihand ku ev kesên han hatine cezakirin û do dojexê hatine şandin.
Piştî sala 2003an heta niha di encama hildana çend gorên bikomî de termên zêdetir ji 600 enfalkiriyan bo Barzanê hatine veguhastin.
Îro jî li Barzanî bi merasîmeke fermî, termên 100 enfalkiriyên din li Barzanê têne veşartin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin