Îran bernivîsa nû ya YE red dike

îran jiber hin sedeman hîn jî bi fermî red kirina bernivîsê eşkere nekiriye.
کوردستان TV
100%

YE bo rêkeftinê bernivîseke nû radestî Îranê kiriye.

Jêderên dîplomatîkî û yên Amerîkî û Ewrûpayî diyar kirine, ku roja sêşema hefteya derbasbûyî, Yekîtiya Ewrûpayê, bo derfet xweş kirin bo gehêştin bi rêkeftineke nû li ser bernameya etomî ya Îranê bernivîseke nû daye Îranê û di nava bernivîsa nû de, gelek mijarên sereke hatine birojevkirin û YE dixwaze bi sêya bernivîsa han li gel Îranê bikaribe rêkeftineke nû îmze bike.

Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan jî di awayeke nefermî diyar kiriye ku Îran li dijî bernivîsa nûye lê jiber hin sedeman Îran carê naxwaze bi fermî dijatiya xwe li dijî bernivîsa han bi fermî eşkere bike.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.