Mesrûr Barzanî: Nabe gelê Kurd vê tawana han ya hovane jibîr bike

îro li Barzanî termên 100 enfalkiriyên din tên veşartin.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime kesûkarên şehîd û enfalkiriyan li gor destûrê werin qerebûkirin.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo bîranîna destpê kirina komkujiya Barzaniyan (enfal) peyamek weşand ku ev jî naveroka vê peyamê ye;

Îro yek ji tawanên herî mezin û ji bîr neçûyî ya rejîma berê ya Îraqê bibîr tînin ku komkujî û genocide kirina nêzî 8 hezar mirovên bêtawan yên Barzaniye. Bi bîr anîna qurbaniyên vê tawana han, îsal gelek xemgîntire, jiber ku îro termên 100 enfalkiyên din yên Barzanî ji çolên Başûrê Îraqê bo Kurdistanê û warê xwe Barzanê, têne veguhastin.

Devera Barzanê zêdetir ji yek sede navenda Kurdatî, şoreş û raperînê bûye li dijî stem, zordarî û dagîrkeriyê. Stargeheke aram û ewle bûye, bo tevahiya wan kesên ku jiber nedadmendî û stemkarî berê xwe dane Barzanê. Jiber vê çendê ev dever hertim weke tevahiya deverên din  yên Kurdistanê rastî, êrîş û operasiyonên leşkerî, wêrankarî, bordiman û bikar anîna çekên qedexe kirî hatiye.

Pêla genocide kirina Barzaniyan, beşeke ji zincîre tawanên li dijî vê deverê û tevahiya navçeyên din yên Kurdistanê, û her ev yek bûye destpêka cîhbicîh kirina pêla enfal û kîmiyabaran kirina Kurdistanê.

Di bîranîna vê komkujiya hovane de, birêzdarî ve şehîdên enfalkirî yên Barzanî û tevahiya şehîdên Kurdistanê bibîr tînin, bîranîna genocide kirina Barzaniyan, di heman demê de bibîr anîna tevahiya enfalkirî û şehîdên Kurdistanê ye li devera Gerimiyan, Badînan, Balîsan, Şêx Wisanan, Kurdên Feyilî û Şingalê ye.

Herwiha lazime bi rêzdarî ve, qurbanî dana dayikên mihiriban û berxwedêr û kesûkarên qurbaniyan jî bikin, ku gelek bi serfirazî rûbirûyê dijwariyên jiyan û bandorên vê tawana han ya mezin bûne. Herwiha spasiya mêrxasî û bihawar hatin û hevkarî û hevsoziya xelkê Hewlêr û deverên din yên Kurdistanê dikin ku pêşkêşî kesûkarên enfalkiriyan kirine.

Di vê bîranîna han de careke din tekez li ser qerebû kirina kesûkarên qurbaniyên pêla enfalê dikin û lazime hikûmeta federalî weke çawe di nava destûrê de hatiye diyarkirin, bi awayeke şayiste kesûkarên enfalan qerebû bike. Mijara qerebû kirina qurbaniyên destê rejîma berê hatiye perawêzxistin û nabe ji vê zêdetir were jibîrbirin.

Lazime gelê Kurdistanê ti carî vê tawana han ji bîr neke ku derheqê xelkê Kurdistanê hatiye kirin û nabe careke din bo ti mebestek û bi ti hincetek amade be ku azadî, hikumranî û xwe birêvebirina xelkê Kurdistanê bike qurbanî û ji dest bide.

Di bîranîna genocide kirina Barzaniyan de, silaveke gerim pêşkêşî rihê paqêj ya tevahiya şehîd û enfalkiriyên Kurdistanê dikim.

Hertim di bîra me dene û bi rêzdarî ve wan bibîr tînin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

31 Tîrmeha 2022an

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.