Dibêje DIŞI nikare bibe metirsî bo ser Îraqê.
Serokê desteya heşda şebî, Falih Feyaz ragihandiye ku koma çekdar ya heşda şebî, komeke ku aramiya siyasî û ewlekarî ya Îraqê gerentî dike.
Falih Feyaz behsa vê yekê kiriye ku heşda şebî bo nemana pêdiviyên xwe yên locistîkî bi derve re, hêdî hêdî dest bi çê kirina çekên pêwîst kiriye û bo vê yekê jî çend tîmên pspor yên zanistî di çarçoveya hêzên heşda şebî de xebatên xwe didomînin.
Feyaz herwiha diyar kiriye ku heşda şebî bi ti awayî destwerdanî di karûbarên siyasî de nake lê li ser pirsên girîng û hesas raman û nêrînên xwe diyar bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin