Li Pîrmamê Serok Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê civiya.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Mark Bryson Richardson kir.
Di civînê de Serok Barzanî û Mark Bryson Richardson behsa rewşa siyasî ya Îraqê û hewldanên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û bernameya hikûmetê kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku lazime benameya hikûmeta nû ya Îraqê li ser esasê destûrê û li gor prensîbên lihev kirin, hevbeşî û hevpariyê be.
Balyozê Brîtanyayê rixmî nirxandina topbaran kirina devera Zaxoyê hevdem ev yek anî ziman ku Brîtanya piştîvaniya aramiya Kurdistan û Îraqê dike.
Nirxandina rewşa Sûriyeyê mijareke din ya vê civîna han bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin