Eger heye çandinî li Îraqê were rawestandin

dibêje eger baran nebare vê çandinî li Îraqê nemîne.
کوردستان TV
100%

Jiber bê avî kerta çandiniyê li Îraqê rastî kêşeyên mezin hatiye.

Li gor nûçeyeke malpera medeleast komîsyona çandiniyê ya parlementoya Îraqê huşdarî daye hikûmetê û ragihandiye ku eger heye sala pêş çandinî li Îraqê bi temamî were rawestandin.

Li gor nûçeyê, komîsyon ragihandiye ku jiber nebarîna baranê, qut kirina avê li ser Îraqê ji aliyê Tirkiye û Îranê ve kerta çandiniyê li Îraqê rastî kêşeyên gelek mezin hatiye û eger di payîz û zistana îsal de baraneke gelek zêde nebare, vê di sala pêşiya me de kerta çandiniyê li Îraqê bi temamî were rawestandin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.