Yek xistina hêzên pêşmerge berdewame

vê di encama yekxistina wan du lîwaya lîwaya 22an ya pêşmerge were avakirin.
کوردستان TV
100%

Rêkarên pêwîst yên lîwayeke din xilas bûne.

Hewldanên yek xistina hêzên pêşmerge berdewamin û di vê çarçoveyê de wezareta pêşmerge ragihand ku lîwayeke din ya hêzên yekeya 70 û 80 dikeve ser wezareta pêşmerge.

Li gor daxuyaniya wezareta pêşmerge karûbarên pêwîst yên vê prosesê xelas bûne û vê ev lîwaya han yaku bi hevbeşî tê avakirin dibe lîwaya 22an ya wezareta pêşmerge.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku ev prosesa han bi beşdarî û çavdêriya şandeke hevbeş ya hevpeymaniya cîhanî tê birêvebirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.