Konsulusê Almanyayê xatir ji Serok Barzanî xwest

Almanya amadeye di her warî de hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bike.
کوردستان TV
100%

Dema pîwerdariya wî li Kurdistanê bidawî hatiye.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konslusê Almanyayê yê li Hewlêrê Klemens Semtner kir ku, bi mebesta xatir xwestin ji Serok Barzanî serdana Serok kiriye.

Di civînê de giftûgo li ser rewş û pêşhatên dawî yên siyasî û ewlekarî yên li Îraq û deverê de hate kirin û Konsulusê Almanyayê jiber hevkarî û hemahengiya dezgehên hikûmetê li gel Konsulusxaneyê spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir.

Konsulusê Almanyayê herwiha amadebûna welatê xwe bo hevkarî kirina hikûmeta Kurdistanê di warê cuda cuda de diyar kir.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.