Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser îro 42 jin û 104 zarokên çeteyên DIŞI`ê li gorî peymaneke fermî radestî Tacikistanê kirin.
Şandeyeke ji Tacikistanê bi serkêşiya balyozê Tacikistanê yê li Kiwêtê Zabidullah Zabidov serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Giêt û endamê Desteya Rêveberiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xalid Îbrahîm pêşwaziya şandeyê kir.
Daîreya Têkiliyên Derve li gorî peymana fermî ya di navbera her du aliyan de, 42 jin û 104 zarokên malbatên DIŞI’ê yên tacikistanî ku li kampên Roj û Holê diman, radestî şandeyê kirin.
Piştî îmzekirina belgeyê civîna çapemeniyê li dar ket. Fener El-Giêt pêşwaziya şandiye tacikistanî kir ku ev çend meh e der barê wergirtina zarok û jinên DIŞI`ê yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi Rêveberiya Xweser re tedbîran digirin.
Têkildarî naveroka hevdîtinê Fener El-Giêt got: "Ev ne serdana yekemîn e. Jixwe me behsa rewşa Sûriyê bi giştî û xetereyên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên herêmî yên li ser herêmên me kir. Di nîqaşan de şandeyê qebûl kir ku zarok û jinên DIŞI`ê vegerîne welatê wan."
Balyozê Tackikistanê yê Kiwêtê Zabidullah Zabidov jî got: "Balyozxaneya Komara Tacikistanê ya dewleta Kiwêtê dê her tim jin û zarokên DIŞI`ê yên biyanî vegerîne welatên wan."
Balyoz spasiya Rêveberiya Xweser kir ku di dosyaya vegera malbatên çeteyên DIŞI`ê ber bi welatên wan ve, alîkar e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji beriya demekê ve ji bo vegera wan jin û zarokan ber bi Tacikistanê ve, em bi aliyên peywendîdar re tedbîran digirin.”
Ji anhayê hatiye wergirtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin