Hevdîtinên vê carê yên wan fermî û siyasî dibin.
Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihand ku Îran pêşniyara Welîehdê Siûdiyeyê ya bo destpê kirina hevdîtinên fermî û siyasî yên di navbera Îran û Siûdiyeyê de pejrandiye.
Nasir Kenanî eşkere kiriye ku Welîehdê Siûdiyeyê pêşniyar kiriye ku hevdîtinên fermî û siyasî yên di navbera Îran û Siûdiyeyê de li Bexdayê destpê bikin û Îran jî bi kêfxweşî ve ev pêşniyara han pejrandiye.
Nav hatî eşkere kiriye ku ev peyama Siûdiyeyê bi rêya wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên ve ji wan re hatiye gehandin.
Weke tê zanîn heta niha li Bexdayê çend hevdîtin û civînên du alî di navbera Îran û Siûdiyeyê de hatine lidarxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin